• Friday, 20 February 2026
logo

Îranê sizayê 100 girtiyên darvekirinê pesend kir

Îranê sizayê 100 girtiyên darvekirinê pesend kir
Li gor raporta çalakên Mafê Mirov a Îranê di heyama yek meha derbasbuyî de hikmê darvekirina 100 girtiyên hatiye dayîn û ji wan re hatiye ragihandin. Herwaha wan girtiyane berî naha ji dadgehan sizayên darvekirinê wergirtibun, lê mafê xwe yê xirapkirina biryarê bikaranîbûn û piştî ew jî bi encambu sizayê wan teqez bu.

Yek ji girtiyên benda 2 ya Qizilhesar a ser bi Kerecê ye diyar kir: ‘’Bi taybey qaziyek ku ji dadgeha şoreş ve hatibu, pêşvext pesend kirina hikmê darvekirinê ji girtiyan re ragehand û ji wan re got, xwe ji bo darvekirinê amade bikin. ‘’

Li gor amarên dawiyê di sala 2015ê li zîndanên Îranê nêzîk 1000 kes hatine darvekirin û nêzîk 70 kes ji wan ku Kurd bun. Îran piştî dewleta Çînê di asta cîhanê de pêkanîna sizayê darvekirinê de duyem e.

Basnews
Top