Hurgiliyên aloziyên Xurmatû eşkere dibin
Berpirsê Ragehandina Qayimeqemaiya Qeza Xurmatû Mihemed Fayiq hurgilî û rastiya pirsgirêk û aloziyên şeva borî di nav bajarê Xurmatû de ji BasNews re eşkere kir û got: “Komek Şieyên Turkiman hene dixwezin riyên serekî yên taxên xwe bi rêbendên konkirît bigre û rê nedin welatiyan ku biçin taxên wan, bitaybet welatiyên Kurd û piştre jî teqe di ser welatiyan re avêtine.”
Şeva derbasbûyî teqe bi ser welatî û malên Kurd ve hatine berdan, ev yek jî bû sedema derketina aloziyên tund di hindirê bajar de.
Navborî amaje bi wê yekê kir ku, heta niha çendîn caran rûdawên bi vî rengî bûne, û çend rêbend û xalên pişkinînê ji aliyê çekdarên Sîe hatine danîn û teqeyan li xelkê dikin.
Mihemed Fayiq got: “Şeva borî li taxa Komarî li pişt fermangeha ava Xurmatû rûdawek teqandinê rûda lê belê ti ziyan nebûn.”
Derbarê aya hewldanek heye jibo çareser kirina van aloziyan? got: “Heta ku çekdarên Heşda Şeibî di nav bajar de bin wê ev alozî hebin, divê çekdar derkevin dervî bajêr.”
Basnews
