• Friday, 20 February 2026
logo

Serokê Komelê: Divê PKK nebe hêceta wê ku zilmê li kurdan bikin!

Serokê Komelê: Divê PKK nebe hêceta wê ku zilmê li kurdan bikin!
Serokê Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) Elî Bapîr ji balyozê Tirkiyê yê Bedayê re got, divê şerê li dijî PKKê nebe hêceta wê ku Tirkiye zilmê li gelê kurd li Bakurê Kurdistanê bike.

Li gorî çavkaniyên nêzîkî Komelê, Serokê Komelê Elî Bapîr duh li Bexdayê bi balyozê Tirkiyê Farûk Kaymakci re hevdîtin kir.

li gorî agahiyan, Elî Bapîr di civînê de spasiya Tirkiyê kiriye ku alîkar û piştevanî Başûrê Kurdistanê bûye.

Serokê Komelê behsa rewşa Bakurê Kurdistanê jî kiriye û gotiye, şerê li dijî PKKê nabe bibe hêceta wê yekê ku zilm li gelê kurd ê Bakurê Kurdistanê bike. Yekane çareya nemana şer û aloziyan li Tirkiyê, ew e ku mafên kurd bên qebûlkirine û dayîn û tirk û kurd wek hev bin.

Hat gotin ku hevdîtina Bapîr û Kaymakci de behsa pêwendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê jî hatiye kirin.

Rudaw
Top