• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Vatîkan li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Vatîkan li Iraqê kir
Roja şemî 05.03.2016 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Albert Martin Ortega Balyozê nû yê Vatîkan li Iraqê û şandekî li gel kir ku ji Metran Beşar Metî Werde Serokê Dêra Katolîkiya Kildanî ya li Hewlêr û Metran Yohanna Pitros Muşî Metranê Tayîfeya Siryanî Katolîkî ya Musil û Kurdistanê û Metran Nîqo Dîmos Dawid Metî Şeref Metranê Tayîfeya Siryanî Ortodoks li Musil û Kurdistanê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Balyozê nû yê Vatîkan li Iraqê xweşhaliya xwe ji bo rexsandina hevdîtinê nîşanda û pîrozbahiya salvegera raperîn û helkeftên meha Adarê li Serok Barzanî kir û ji bilî balkişandina li ser serdana Serok Barzanî ya Vatîkanê û peywendiyê taybetî yê di navbera Herêma Kurdistan û Vatîkanê, silavên Papayê Pîrozê Vatîkanê bi Serok Barzanî ragihand û eve jî xisterû ku Papayê pîroz ji nêzîk ve duvdaçûnê li ser rewşa Kurdistan û Iraq û navçeyê dike. Her wiha pêzanînên xwe jî ji bo xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû ku hejmarekî zêdeyê koçberan bi bê cûdahî himbêz kirine ku ji destê teror û çewsandinê mal û warên xwe bi cîh hiştine. Balyozê Vatîkan tekez li ser girîngiya pêkhatên olî kir ku dikarin rolekî mezin li dirustbûna pêkve jiyan û aramî û aştiyê da bibînin. Her wiha derketina teror û tundutîjiyê jî bi derfetek jî zanî bo ku ewên bîr li aştî û pêkvejiyanê dikin li hevdû nêzîk bibin û teşwîq û hana bihayên bilindên mirovayetiyê bidin.

Li beşekî dinê civînê de şanda mîhvan pesnê qehremaniya Hêzên Pêşmerge ya li şikestdana terorîstên Da'îş kir û balkişand li ser gotina Serok Barzanî ku li Kurdistan hemû pêkhat li mirin û jiyanê da bi serbilindî pêkve dibin û daxwaz jî kir ku Hêzên Pêşmerge wan navçeyan ji dagîrkeriya terorîstan rizgar bike.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina Balyozê Vatîkanê kir û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû de xwest û pêzanînên xwe jî ji bo ji nêzîk ve girîngîdana Papayê pîroz hebû û li axaftina xwe de behsa hereşeya terorê ya li ser asayîşa cîhanê kir û ragihand ku gelê Kurdistanê û Pêşmerge bi şanaziyê ve efsaneya Da'îşê şikand û erkê xwe bi cîh gihand û bi pêwîstî jî zanî ku cîhan bi awayeke ciddîtir û li hemû rehendek ve bi ruyê terorê da bê. Di derbarê hewandina koçberan Serok Barzanî wê yekê ragihand ku gelê Kurdistanê bi erkê xwe ya mirovî rabûye û yarmetiya koçber û penaberan kiriye. Ji bilî balkişandina çanda kûra pêkvejiyana li nav gelê Kurdistanê de tekez li wê yekê kir ku em hemû mirovîn û hîç demek nabê pirsiyar li întîmaya ola kesek bê kirin belku ewê girînge hemwelatîbûne û divê pirsiyar li kirdar û reftarên kesan bê kirin. Serok Barzanî eve jî bi şanda mîhvan ragihand ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li ser soza xwe sûre ku hemû navçeyan li bin destê terorîstên Da'îş derbixe û xuşk û birayên Mesîhî bi serbilindî û azadî vegerin navçeyên xwe û bi pêwîstî jî zanî ku rêwşuwênên wiha li ber bê girtin ku hemû pêkhat dilniyayiyeke tevahî ji paşaroja xwe hebê û êdî karesat dûbare nebin.

Top