• Friday, 20 February 2026
logo

Ermenistan: Tirkiye xwe ji qirrkirina kurdan re amade dike!

Ermenistan: Tirkiye xwe ji qirrkirina kurdan re amade dike!
Wezîrê Derve yê Ermenistanê Edward Nalbendiyan hişyarî da û ragihand, Tirkiye xwe ji bo jenosîda (qirrkirin) kurdan amade dike!

Edwar Nalbendiyan, li zanîngeha dewletê ya paytext Êrîvanê de di merasimekê de axivî û ragihand, Tirkiye xwe ji qirrkirina kurdan re amade dike.

Nalbendiyan diyar kir ku Tirkiye dixwaze ewa ku anî serê ermeniyan, bîne serê kurdan jî, ji ber wê jî nabe dinya li hember vê yekê bêdeng bimîne.

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî beriya niha di bersiva rexneyên Serokwezîrê Tirkiyê de ku li bajarê Çewligê gotibû “diçin Rûsya mîna çeteyên ermenî, nûnertiyê vedikin” gotibû, ev dibêjin “me sala 1915 çi anî serê ermeniyan emê bînin serê we jî…!”

Rudaw
Top