• Friday, 20 February 2026
logo

Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya Raperîna Adarê

Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya Raperîna Adarê
Di bîranaîna raperîna gelê Kurdistanê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek fermî belav kir, tê de amaje bi wê yekê kir ku sitemtirîn dîktatorî di dîrokê de ku çekên Kîmawî û Enfal bi sere gelê Kurdistanê ve pêkanîn nikarîbû îradeya gelê Kurd bo Azadiyê bişkîne.

Herwiha tekez dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewldanên berdewam dike jibo çareser kirina qeyrana niha ya Herêma kurdistanê çareser bike.

Deqa daxuyaniya Encûmena wezîrên Herêma Kurdistanê:
Di bîranîna 25 saliya raperîna mezin û şikodarek a 1991 de berî her tiştî em bi rêz û hurmet sere xwe li ber wan şwhîdên qehreman dimiçînin û bejna xwe ditewînin ku ji can û xwîna xwe deselata sitimkar a Beisiyan bi yekcarî ji Kurdistanê rakirin û bûn pêşengên giheştina gel û welat bo azadiyê.

Raperîn teqînek toreyî ya xelkê Kurdistanê bû di riwê zulim û sitema yek ji mezintirîn dîktatorên dîrokê, ku hemû cûreyên sitemkarî û zulmê li Xelkê Kurdistanê dikir, Enfal û çekên kîmawî bi ser Kurdan pêktanî, bajarên Kurdan wêran û talan dikir û dişewitand, Raperîn cane milatekî bû ku ji bihêztirîn çek, tank û firokeyan nikarîbû îradeya wî bo azadiyê têkbibin û amade bû jibo azadiyê xwîn, can, ser û male xwe diber azadiyê de bide.

Zindîbûna gel û îradeya bihêz a welatiyên Kurdistanê ew ji bin çengê rêjîmek sitemkar û xwîn minj rizgar kir û piştre bi hilbijartinên bo parlemen û damezirandina parlemen û damezirandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêngav pêngav destkeftiyên niştimanî bicî kirin heta ku gihştinê armancên xwe, di vê riyê de gelê Kurdistanê 25 sal derbas kkrin di wan de xweşî û nexweşiyên zor dîtin ji pirsgirêk û qeyranan lê bi serbilindî û serkeftî ew derbas kirin.

Îro jî ji aliyê Pêşmergeyên Qehremanên Kurdistanê bi îradeyek polatî berkirî li Kurdistanê tê kirin ku rûbirûyê mezintirîn terorê dibe di ber parastina destkeftiyên raperînê de can û xwîna xwe fîdayî Kurdsitanê dikin, ji aliyekî din ve jî welatiyên Kurdistanê bi canekî bilin û nişiman perwerî begirî dikin li dijî çendîn qeyranan dikin, ku rastî armancên pîroz ên xelkên Kurdistanê hatine.

Di vê helkeftina pîroz de dûbare serê xwe li giyanê şehîdan dimiçînin û bi rêz û pêzanîn li helwêsta dilsozî û niştimanî û xweragirî ya Pêşmergeyên Kurdsitanê û qehremaniya xelkên wê ditewînin. Herwiha em hemû welatiyên Kurdistanê dilniya dikin ku bi piştevanî û xweragiriya xelkên Kurdistanê wê ev rewşa sext a niha jî wek qeyranên berê bi serkeftî werin derbas kirin, jibo vê yekê jî Hikûmeta herêma Kurdsitanê di hewldanên berdewam de ye.

Em hêvîdarin ku ev boneya pîroz bibe hander û destpêkek jibo çareser kirina hemû pirsgirêkên navxwe yên Kurdsitanê û hemû alî bi yek rêzî û yek helwêstî beramberî pirsgirêkan û rewşa hestiyar a niha rawestin û ji nakokiyan mezintir bin û dest bi dest jibo paşereojeke baştir jibo Kurdsitanê kar bikin.

Hemû hurmet û rêz jibo bîranîan raperîna pîroz
Nimirî bo şehîdan û serkeftin yekcarî bo Kurdistan.
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê
4 Adar a 2016

Top