• Friday, 20 February 2026
logo

Ron Dermer: Îsraîl piştgîriya serxwebûna Kurdistanê dike

Ron Dermer: Îsraîl piştgîriya serxwebûna Kurdistanê dike
Balyozê Îsraîl li Washîngtonê Ron Dermer ragihand ku Hêzên Pêşmerge tekoşîneke bêhempa li dijî DAIŞê didin. Em piştgiriya serxwebûna kurdan dikin.

Balyozê Îsraîl li Washîngtonê Ron Dermer ragihand ku Hêzên Pêşmerge tekoşîneke bêhempa li dijî DIŞIê didin. Pêwendiyên Kurdan bi Îsraîlê re xweş in û em piştgiriya serxwebûna wan dikin.

Balyozê îsraîlî Ron Dermer diyar kir ku Îsraîl, xwediyê gelekî ku li Rojhilata Navîn ji bo azadiya xwe şer dike der dikeve. Ev gel jî gelê kurd e. Di nava kurdan û yahudiyan de û di nava Kurdistan û Îsraîlê girêdanek hestî heye, em bi vê bawer in. Em qahremanî û mêraniya gelê kurd pîroz dikin û piştgiriyê tekoşîna wan ya azadiyê.'

Her wiha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû jî sala borî di meha hezîranê de ragihandibû ku kurd mafê dewletbûnê heq dikin û banga avakirina dewleta Kurdistana serbixwe kiribû.
Top