• Friday, 20 February 2026
logo

400 çekdarên DAIŞê li 2 eniyan êrişî pêşmerge kirin!

400 çekdarên DAIŞê li 2 eniyan êrişî pêşmerge kirin!
Li Eniya Keskê û Eskî Mûsil 400 çekdarên DAIŞê êrişî çeperên Hêzên Pêşmerge kirin û şerekî giran derketiye. Çavkaniyên Hêza Pêşmerge dibêjin, 100 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û termên wan ketine bin destê pêşmergeyan.

Çavkaniyekî taybet di nav Hêza Pêşmerge de ji Rûdawê re ragihand, îro înê ji saetên destpêkê yên sere sibehî çekdarên DAIŞê li 2 eniyên şer li nêzîkî Mûsilê bi sedan çekdaran ve êrişî çeperên Hêzên Pêşmerge kirin.

Li gor çavkaniyê Rûdawê, “ çekdarên DAIŞê li Eniya Şindoxa-Keskê û herwiha li Eniya Eskî Mûsilê ji saet 05:00ê sibehî ve dest bi êrişeke berfireh li dijî Hêzên Pêşmerge kirin.”

Heman çavkaniyê got: “DAIŞê bi rêya otomobîlên bombekirî û êrişên xwekujî ve dest bi êrişên xwe kir û hewl dan bikevin nav çeperên Hêzên Pêşmerge, lê belê rastî bersivdaneke tund a pêşmergeyan hatin û şerekî giran di navbera her du aliyan de derket.”

Di encama bersivdana tund a Hêzên Pêşmerge de, hejmareke zêde ya çekdarên DAIŞê ku xwekuj jî di nav de hebûn, hatine kuştin.

Çavkaniyê ji nav Hêza Pêşmerge tekez kir: “Herwiha pêşmergeyan 3 otomobîlên bombekirî yên DAIŞê teqandin û nehiştin ku nêzîkî çeperên wan bibin.”

Berpirsê Eniya Rojhilat û Rojavayê Mûsilê yê Hêza Pêşmerge, Zeîm Elî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Di êrişên îro de 400 çekdarên DAIŞê beşdar bibûn û êrişî çeperên Hêzên Pêşmerge kirin.”

Zeîm Elî got, DAIŞê bi otomobîlên bombekirî û xwekujan êriş kirin, lê belê Hêzên Pêşmerge 5 otomobîlên ji curê Hummer ên bombekirî berî ku bigihîjin çeperên pêşmergeyan, teqandin.

Ji laiyekê din ve Fermandeyê Fewca 1 a Supaya 1 a Pêşmergeyên Zêrevanî Macîd Sindî da xuyakirin: “DAIŞê bo êrişên îro 3 mehan amadekarî kiribû.”

Macîd Sindî destnîşan kir: “Di şer û pevçûnên îro de 100 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û termên wan ketine destê Hêzên Pêşmerge.”

Sindî got, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê jî piştevanî dan Hêzên Pêşmerge û cihên çekdarên DAIŞê bombebaran kirin.

Rudaw
Top