• Friday, 20 February 2026
logo

Li Nisêbînê 2 polîs hatin kuştin

Li Nisêbînê 2 polîs hatin kuştin
Li Navçeya Nisêbîna Mêrdînê hinek kesên nenas bi tirimbêla bombebarkirî êrişî lojman û avahiya polîsan kirin. Li gorî agahiyên destpêkê 2 polîsan canê xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Saet 6ê sere sibehê hinek kesên nenas bi otomobîleke bombebarkirî û çekên girin êrîşî lojman û avahiya polîsan kirin ku dikev ser rêya Hevrîşîm. Di êrîşê de 2 polîsan cane xwe ji dest dan û 14 kesên ku di lojmanan de jî diman birîndar bûn.

Di teqîna bihêz de li avahiya polîsan û lojmanê de agir derket û zerareke mezin gehişt avahiyan. Lê gor agahiyên hatine bidestxistin piştî êrîşê şer derketiye û hêzeke zêde ya ewlekariyê û ambûlans bo cihê bûyerê hatine veguhestin.

K24
Top