Di derbarê paşaroja Sûriye û ji bo berqerarbuna aramî û dirustbûna hevbeşiyekî rasteqîne li navbera pêkhatên cûda cûdayên Sûriye, Herêma Kurdistanê piştevaniyê li bîr û ramana pêkanîna sîstema federalî li Sûriye dike. Ji bo vê mebestê jî daxwaz ji aliyên Kurdên Sûriye dikin ku yek helwest bin û bi gotarekî siyasiya hevbeş pêdagiriyê li ser daxwaza sîstema federalî ya li paşaroja Sûriyê de bikin.
Peyvdarê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
03.03.2016