• Friday, 20 February 2026
logo

3000 koçber ji Elmanîya vegerîyane.

3000 koçber ji Elmanîya vegerîyane.
Wezîrê Koç û Koçberên Îraqê ragehand ku 3000 coçberên Îraqî ji Elamîya vegerîyane welatê xwe û 200 hezrar xêzan ji Îraqê ber bi Ewrûpayê çûne.

Derbaz Mehemed wezîrê Koç û Koçberên Îraqê di kongireyeka rojnamevanî de li Bexdayê ragehand: Amareka Hûr li ser hijmara koçberan bo Ewrûpayê li ber destên me nine, lê di dema bûrî de 3000 koçber ji Elmanîyayê vegerîyane .

Derbaz Mehemed got jî: li gor rêkxistîya nêvdewletîya koçberan hijmara ewan koçberên ku ji Îraqê ve ber welatên Ewrûpayê çûne gehiştîye 200 hezra xêzanan.

Wezîrê Koç û Koçberên Îraqê amaje bi wê yekê jî kir, ku berî çende rojan firokeyeka Finlendayê û firokeyeka Turkîyayê gehiştine Bexdayê û hijmareka koçberan vegerandine welat. 600 koçber bi rêya Turkîyayê bi xwazta xwe vegerîyane Îraqê.

Derbaz Mehemed xuya jî kir ku 710 hezar xêzan koçber bûne. 102 hezar xêzan vegerîyane wan deverên xwe yên li jêr destên Daişê rizgarbûne. Herweha got: 608 hezar xêzanên koçber (li Îraqê)heya niha nevegerîyane deverên xwe.

Wezîrê Koç û Koçberên Îraqê behsa wê yekê jî kir, ji koma wan xêzanên vegerîyane deverên xwe , 80 hezar xêzan vegrîyane parêzgeha Selahedîn û 18 hezar xêzan jî vegerîyane parêzgeha Dîyala û 4000 hezar xêzan jî vegerîyane çend deverên parêzgeha Enbarê û Kerkûkê.

Wezîrê Koç û Koçberên Îraqê Got jî: Hevahengî û pilanên tund hatine darêjtin li gel fermandeya hilmeta Neynewayê û rêkxistîyên harîkarîya koçberan, bo xwe amadekirinê bo hatina koçberên zêdetir ji parêzgeha Neynewa, hevdem li gel destpêkirina heilmeta rizgarkirina evê parêzgehê û rê hatine dîyarkirin bo koçberan li parêzgeha Neynewa û deverên li nêzîk bajaroka Mexmûrê.

K24
Top