• Friday, 20 February 2026
logo

Li Mêrdînê pevçûn: 11 kuştî

Li Mêrdînê pevçûn: 11 kuştî
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê navbera gerîliyan PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê de pevçûn derket û di encamê de 3 leşkerên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dan û 7 gerîlayên PKKê jî şehîd ketin.

Li gor agahiyan, li herêma navçeya Kerboran a Mêrdinê şer û pevçûn di navbera Gerîlayên PKKê û hêzên artêşa Tirkiyê de derket.

Serokatiya Serkananiya Artêşa Tirkiyê li malpera xwe ya fermî ragihand, duh li Kerboranê di operasyona li hemberî gerîlayên PKKê de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Herwiha hat gotin, di heman operasyonên de 8 gerîlayên PKKê jî şehîd ketine.

Rudaw
Top