• Friday, 20 February 2026
logo

‘Tirkiye bi mercekê bi kantonên Rojava razî ye’

‘Tirkiye bi mercekê bi kantonên Rojava razî ye’
Parlamenterê partiya desthilatdar a Tirkiyê (AK Partî), Mehmet Metîner dibêje, Tirkiye ne li dijî sîstema federasyonê û ne jî li dijî kantonên Rojavayê Kurdistanê ye, lê bi mercê ku di bin desthilata PYDê de nebin

Gelo eger ku li Suriyê agirbest têk biçe wê çi bibe? Di vî warî de hinek senaryoyên cûrbicûr têne axavtin. Beriya demekê Amerîkayê gotibû ku dibe ku ew plana xwe ya B bi rêve bibin, ku di hundir wê planê de parçebûna Sûriyê jî heye. Digel vê yekê Sûriyê jî got ew jî bi federasyonê qayîl in. Herwiha Tirkiye jî bi forma federasyonê qayîl e, lê belê bi şertekê û ew şer jî wiha ye; Divê ti ji wan federasyonan ne di bin desthilatiyê PYDê de bin.

Li Sûriyê digel agirbestê li hin cihan pevçûn hîn jî didomin. Herwiha senaryoyên ihtimala bidawîbûna agirbesta li Sûriyê jî ji niha ve têne axavtin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Riyabkov di daxuyaniyeke xwe de diyar kir, ku ew bi dilgermî li Sûriyeyeke federal dinêrin. Lê gelo Tirkiye li Suriyeyeke federal çawa dinêre? Parlamenterê partiya desthilatdar AK Partî, Mehmet Metîner dibêje, Tirkiye ne li dijî sûriyeyek federal e, ne jî li dijî kantonan e. Herwisa Metîner dibêje dê Tirkiye, li Sûriyê bi tenê rêvebiriyeke ku di bin desthilatiya PKK’ê de ye, qebûl neke.

Parlamenterê AKPê Mehmet Metîner li ser pêşeroja Sûriyê û egera avabûna sîstemek federal li wî welatî dibêje: “Ji bo me di dahatûya Sûriyê de sîstema federalîzmê an jî sîstema kantonan ne xem in. Lê divê gelê Suriyê bi xwe biryara vê yekê bide. Bi tenê di warê hebûna PKKê ya li bakurê Sûriyê de em dê neqayîl bin. Berevajî, ji aliyê kurdan ve avakirina sîstemeke federal a weke li bakurê Iraqê me aciz nake. Weke deskevtiyên Tirkmenan û Ereban em dê destkevtiyên kurdan jî weke destkevtiyên xwe bibinin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li dijî fikra “gefbûna PYDê ji bo Tirkiyê” derdikeve û amaje bi wê dike ku mafê Tirkiyê nîne ku destkariyê li rêvebiriyên Sûriyê bike.

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen li ser wê mijarê wiha dibêje:

“Dê rayedariya rêvebiriyên herêmî çawa be? Gelo dê kanton be, an jî federasyon be? Dê ligel sîstema navendî temsîla wan çiqas be, çawa be? lewra rêgeza vê li İraqê cuda ye, li lubnanê cuda ye. Wek nimûme dê temsîla aliyên etnîkî û aliyên bawermendî him di Rêveberiyên herêmî de, him jî di rêvebiriyên navendî de çawa bin? Mesele ew e ku divê ew alî bibin xwediyê desthilatiyê. Lê bi awayekî dê formûla van pirsan tevan ji aliyê gelên sûriyê ve bê dayîn.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry jî pêştir daxuyanî dabû û ragihandibû, ku eger li Sûriyê agirbest bi ser nekeve ew dê Plana B birêve bibin, ku di wê planê de parçebûna Sûriyê jî heye.

Rudaw
Top