Di xwepêşandana bo Sûrê de gelek kes hatin desteserkirin
Li ser banga Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş, bi hezaran kes ji saet 3ê êvarê û pê de li ber Deriyê Çiyê yê Keleha Diyarbekirê û saziyên nêzîkî HDPê kombûn û xwestin ku bimeşin navçeya Sûrê. Piştî banga Demîrtaş, parêzgeriyê di nava bajêr de tedbirên ewlehiyê yên berfireh standin û têketin û derketina navçeya Sûrê qedexe kir. Her wiha hejmareke zêde ya leşker û polîsan li derdora Sûrê hatin bicihkirin.
Polîsan bi anonsan xwestin ku xelkê kom dibin belav bibin lê belê ti kes belav nebûn û polîsan jî bi bombeyên gaza rondikrêj û ava şîd û dermankirî mudaxaleyî xwepêşandaran kir. Xwepêşandaran jî bi keviran êrişî polîsan kir in. Xwepêşandar belavî kolanên bajêr bûn. Di kolanan de jî rageşiya di navbera her du aliyan de berdewam kir. Di aloziyan de hin rojnamevan û xelkê sivîl birîndar bûn. Hin xwepêşandar ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin. Hêzên taybet yên ewlehiyê bi tirimbêlên zirpoş di nava kolanên bajêr de digerin.
Ji hêla din ve Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala û Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawutoglu jî derbarê daxûyaniya Hevserokê HDPê Demîrtaş de nerazîbûn nişan dan. Herwiha Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ji ber gotinên Demîrtaş derbarê wî de lêpirsîn da dest pê kirin.
K24
