• Friday, 20 February 2026
logo

Şandeke rayedarên Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye

Şandeke rayedarên Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye
Şandeke rayedarên Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye û biryare îro li gel Serokwezîrê Iraqê di derbarê gohertinên li kabîneye Hikûmetê de gotûbêjan bike.

Endama Encûmena Nûneran a Iraqê ya li ser lîsteya PDKê Neda mêrgesorî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro êvari fraksiyonên Kurd li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dicivê û şanda herêma Kurdistanê di serokatiya Endamê Polît Bûroya PDKê Dr. Roj Nûrî Şawês de hatine Bexdayê û biryare li gel Heyder Ebadî civînekî pêkbînin.’’

Herwaha aşkera kir, civîn di navbera şanda Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê de ji bo gotûbêjên li ser gohertinên di hikûmeta Iraqê û pişka Kurdan a di hikûmeta nû de wê pêkbê.

Li gor zanyariyên BasNewsê şanda rayedarên hikûmeta Herêmê li gel Serokwezîr Heyder Ebadî hevdîtin pêktîne û bi awayekî bi biryar dibe ku, nabe di kabîneya nû de pişka Kurd li hikûmetê de bê kêmkirin.

Basnews
Top