Civîna Hêmin Hewramî li gel balyoz û nûnerên welatên li Kurdistanê
Di civînê de berpirsê peyvendiyên derve yê PDKê Hêmin Hewramî bi awayekî hûrdî siyaset û nêrînên PDKê li ser çend mijaran ji balyoz û nûnerên welatên derve yên li Kurdistanê re pêşkêş kir. Herwaha di hevdîtinê de zanyarî û belgeyên ku li berdestê PDKê û tevgera hin aliyên ku karên çekdarî û têkdana rewşa asayîşa Herêma Kurdistanê, herwaha civîna dawiyê PDKê û YNKê û piroseya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya awasaziya hikûmet û PDKê, li gel piroseya azad kirina Mûsilê û bandora wê ya li ser asayîşa Herêmê û rewşa Iraqê û helwêsta PDKê ya li ser kabîneya Ebadî bi giştî wek nêrînên PDKê hatin rawe kirin.
Basnews
