• Friday, 20 February 2026
logo

Derheqê Sûra Amedê de fermanek din hat dayîn!

Derheqê Sûra Amedê de fermanek din hat dayîn!
Piştî banga HDPê ji bo meşê, walîtiya Amedê qedexeyek din danî ser Sûrê û ketin û derketin ji kesên ku ne xelkê navçeya Sûrê ya Amedê ne, re qedexe kir. Wezîrê Hundir ê Tirkiyê jî ji ber bangawaziyê, gef li HDPê xwar.

Li ser banga hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, îro saet 16:00 bi dema Amedê (17:00 bi dema Hewlêrê) dê Amedî ber bi navçeya Sûrê ve bimeşin û li dijî qedexe û operasyonan, nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Ji aliyekî din, walîtiya Amedê jî ferman da, ji saet 12:00ê îro de ew kesên ku xelkê Sûrê nînin, nikarin derbasî nav Sûrê bibin.

Wezîrê Hundir ê Tirkiyê Efkan Alan jî derheqê meşa HDPê de gef li Demîrtaş xwar û got, banga Demîrtaş provaksiyon e û ewên ku provaksiyonê jî bikin dê bersiva xwe bigirin.

Li hember vê yekê, Demîrtaş bersiva Efkan Ala da û got, hûn bi tehdîdkirina me nikarin ti arîşeyekî çareser bikin. Em ji xeynî Xwedê ji ti kesî natirsin. Hûn vê yekê baş dizanin.

Rudaw
Top