Newsweek: Zû yan direng dewleta serbixwe ya Kurd dê ava be
Sykes-Picot a nû li hole ye. Lê bêgoman balansên hêz li rojhilata navîn têne gohertin û herî kêm dewletekî serbixwe ya Kurd dê ava be.
Kovara Amerîka di raportekî de li ser, şer ê Sûriyê ku pênc sale berdewam dike, dibêje ew destpêka şerekî dine. Sykes-Picot a nû li hole ye. Lê bêgoman balansên hêz li rojhilata navîn têne gohertin û herî kêm dewletekî serbixwe ya Kurd dê ava be.
Di raporê de hatiye gotin; Di destpêka şer ê Sûriyê de, herkesek di vê baweriyê de bun ku, çareseriya rejîma Esad jî wekî Lîbya û Muamer Qeddafî dibe û di demek kurt de ewa pêktê. Lê rejîma Esad bi avakirina hevpeymaniyekî biçûk li gel Elevî û Mesîhî û hin pêkhateyên din û bi piştîwaniya hêza Hizbullaya Lûbnanê, herwaha Spay Qûdsa Îran û herî dawî jî li gel Rusya karî temenê xwe dirêj bike.
Herwaha tê got: ‘’Spay Qûdsê Îranê, Efganî û Pakistaniyên Şîe ji bo şer ê Sûriyê bikar aniye û eva tê wateya ku rejîma Esad karî hevpeymaniyekî Şîe ji bo şer ê navxwe pêkbînê, dervey piştîwaniya hêza Rusya ku vî şerî wek parastina heybeta xwe ya di herêmê de pênase dike.’’
Şerê Sûriyê hêzekî mezin a wek Rusya û Amerîka û hêzên herêmî yên wek Tirkiyê, Îran, Erebistana Siûdî, Lûbnan û Îsraîl jî têkelkiriye. Di vî şerî de Sûriyê karî ji bereya Şam-Moskow-Tehranê sûd werbigre û serkeftinên demî bidestxe. Rejîma Esad garantiya di gotûbêjên pêşeroja Sûriyê de cîh bigrê û beşdar bibê wergirtiye. Dibe ku hin destkevt jî bi destxe. Lê eger bi awayekî kurtî bêjin, rejîma Esad vegerê rewşa xwe ya berê û rêz li yasayên navnetewî ve lê bê girtin, na! Sûriye wek Bosna dê lê were. Diyare nexşeya Sûriyê bi awayekî rasteqîn dabeş dibe bo çend herêman.
Hêzên mezin ên wek Amerîka û Rusya geheştin wê baweriyê ku, şer ê Sûriyê bi vî awayî nayê berdewam kirin.
Amerîka û Rusya di gotûbêjên Cenevre de karîn agirbestekî bi destxin. Ew jî ji bo rê li berfirehbûna şer û tewkarî kirina hêzên Tirkiyê ya dinav axa Sûriyê hat pêkanîn.
Newsweek dibêje: Dibe ku Amerîka û Rusya li ser Sykes-Picotekî nû kardikin. Lê bêgûman gohertin û balansekî nû yê hêz li rojhilatî navîn de derketiye hole. Sûriyê di bin bandora Rusya wê bimînê û bi heman awayî Amerîka jî li Iraqê dimînê. Herwaha li gor Newsweek: Di vê senaryoyê de aliyê herî zerer bike Tirkiye ye. Her çend Erdogan di wan çend salên derbasbuyî hewla bihêz kirina hegemonyaya xwe de be jî, lê şer ê Tirkiyê li dijî Kurdên Sûriyê şerekî bê sûde û ew şere ji bo rê li pêş heremekî din ê Kurdan neyê avakirin tê kirin.
Lê hewlên Tirkiyê berbi şikestinê diçin, ji ber ku Kurd dost û hevpeymanên herî baş ên li gel Amerîkayê li herêmê ne. herwaha ji aliyê Rusya û Îsraîlê ve jî palpiştî li wan tê kirin.
Newsweek dibêje: Gohertinên rojhilata navîn, vê rastiyê nîşan didin ku, di dema borî de çi ne edaletiyek li dijî Kurdan hatiye kirin, ku netewa herî mezinin di cîhanê de bê dewletin.
Herwaha tê gotin: Kurdên Iraqê û Sûriyê zû yan direng dibine dewleta serbixwe. Eger Kosova û Başûrê Sûdan, welatên xwedî serveriya xwe ne, çima Kurd serbixwe nebin? Lê dewletekî serbixwe ya Kurd dibe sedema destpêka rekbiriyê û nakokiyên nû û hevpeymaniyên nû, bi taybet dinava Tirkiyê-Îran ku pêkhateya Kurd li wan deveran heye, ew jî ji bo rê li Kurdistana mezin bê girtin vê li hev bikin. Şerekî biçûk jî dinava hêzên ser bi Esad in û Kurdên Sûriyê dibe ku bi qevme.
