• Friday, 20 February 2026
logo

Barzanî bi hevjîna Talebanî re civiya – YNK li benda bersiva PDKê ye!

Barzanî bi hevjîna Talebanî re civiya – YNK li benda bersiva PDKê ye!
at zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi endama Polîtubroya YNKê û hevjîna Mam Celal, Hêro Îbrahîm Ehmed re li ser rewşa Başûrê Kurdistanê civiyaye. Rayedarên YNKê jî dibêjin, YNKê ya xwe ji PDKê re gotiye ji ber wê jî li benda bersiva PDKê ye.

PDK û YNK, ku du partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê ne, xwe ji bo civîneke “girîng” amade dikin. Lê endamekî Polîtburoya YNKê agahiyek girîng da Rûdawê û ragihand, di heyama borî de tenê endamên polîtubroyên her du partiyan li hev neciviyan çimkî beriya ku Barzanî biçe Ewropayê, bi endama Polîtburoya YNKê Hêro Îbrahîm Ehmed re civiyabû.

Wî rayedarê YNKê ku nexwast navê wî were eşkerekirin, da zanîn ku Barzanî û Hêro Ehmed li ser “mijarên ciddî” axivîne. Wî jêderî agahiyên zêde li ser naveroka hevdîtina Barzanî û hevjîna Talebanî neda.

Li gorî wî endamê Polîtburoya YNKê, divê Barzanî jî tevlî civîna vê carê ya YNK û PDKê bibe.

Derheqê civîn û hevdîtinên vê dawiyê yên PDK û YNKê de, Seroka Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê Bêgerd Talebanî ji Rûdawê re got, di wan civînan de YNKê ji PDKê re gotiye, divê bê şert û merc, Serokê Parlamentoyê Yûsif Mihemed û wezîrên Gorranê vegerin ser karê xwe. Vêca piştî wê PDK û Gorran dixwazin çi bikin, ew dizanin.

Li gorî rayedarên YNKê, YNK niha li benda bersiv û helwesta PDKê ye.

Lê Serokê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê, Omêd Xoşnav ji Rûdawê re axivî û got, tenê şansek Gorranê maye. PDKê heta niha çend caran daxwaza hevdîtinê bi Gorranê re kiriye lê wê red kiriye.

Omêd Xoşnav da zanîn ku PDK dixwaze bi Gorranê re rûnê û pê re rêkeftinek nû îmze bike. Xoşnav diyar kir ku eger Gorran bi PDKê re rûnenê wê çaxê divê bibe opozîsyon û li derveyî hikûmetê bimîne.

Gorran dibêje, heta Serokê Parlamentoyê û wezîrên wê venegerin ser karê xwe, ew bi PDKê re rûnanên. Wî parlamenterê PDKê li ser vê yekê jî, PDK ti carî vê yekê qebûl nake. Divê Gorran kesekî din bike Serokê Parlamentoyê.

Rudaw
Top