Amerîka ji siyaseta PYDê ditirsê
Herdû welatên cîhanî yên bi hêz Rusya û Amerîka li ser qonaxa agirbestê li Sûriyê rêkevtin û çavdêrên siyasî jî wa dibînin ku ew qonaxe wê gohertina têxe siyaseta wan her dû welatane û bi awayekî her yek ji wan li ser bingeha berjewendiyên pêşeroja xwe de li gel hêzên din vê tevbigerin. Lê Amerîka sûre ango bi biryare li ser destberdana kar a Beşar Esad û her dû welat jî li ser kongreyek çêkirina opozîsyon û rejîma Sûriyê de hembîrin.
Li gor zanyariyên çapemeniyê û çavkaniya bilind a ajansa istixbarata Amerîka CIA, rêveberiya Obama li metirsiya Kurdên Sûriyê hatiye agahdar kirin û di derbarê hêzên çekdar ên Kurdên Sûriyê ku armanc divê de YPG ye ku sûd ji êrîşên esmanî yên Rusya û alîkariya ji rejîma Beşar Esad werdigrin. Ji bo dubare kontrol kirina axa pirtir a Sûriyê û ew herêmêm ku dost û hevpeymanên Amerîkayê ne dixwazin kontrol bikin.
Nûnerê Encûmena Niştimaniya Kurd a Sûriyê (ENKS) li Herêma Kurdistanê Behcet Beşîr ji BasNewsê ragehand; ‘’Pirsgirêka PYDê eweye ku bi aşkera peyvendiyên xwe yên li gel rejîma Beşar Esad heye û di bereya Îran û Rusya yê de ye. Lê bi fermî aşkera nake. Ji aliyê dinve jî li gel hêzên hevpeymanên di bin pêşengiya Amerîka de alîkarî ji wan herêman re dikin ku di bin kontrola DAIŞê de ne. lê naha ji Amerîkayê re aşkera buye ku wan hêzana peyvendiya wan li gel rejîmê heye û vê ziyan gehandiye opozîsyona Sûriyê ya ji aliyê Amerîkayê ve piştîwanî lê têkirinê. Ji ber vê dibe ku Amerîka li Sûriyê piştîwaniyê ji PYDê re bike û ewa zererê dide Kurdên Rojava.’’
Ji aliyekî dinve li gor raportekî malpera Blumberg a Amerîka, hejmarek ji berpirsên Amerîka aşkera kir, qesra spî belgeyên ku di sala 2011ê de YPG û Spay Qudsê Îranê û rejîma Sûriyê yên bi weşartî civîn pêkanîne bidest xistine.
Li gor Blumberg berpirsên Amerîkayê dibêjin: ‘’CIA belge di destine û misoger dike ku YPG hemahengiya li gel hêzên esmanî yên Rusya yê heye , di bombe barana opozisyona Sûriyê ya li bajaroka Mare ku dikeve parêzgeha Helebê.’’
Lê çavkaniyekî berpirs li hêzên YPGê ji rojnameya Şerqulewsed re ragehandiye, hilbijardeya herî aqilane wek Tirkiyê danûstandin dikin, li gel Amerîkayê wiha tevnagerin.
Herwaha diyar kir ku, pêwîstiya Kurd bi hemkarî û piştîwaniya Amerîka heye, nabe ew peyvendiye li her rewşekî de bixin metirsiyê. Ji ber ku ev peyvendiyekî stratejîk e.
Di heman demê de Behcet Beşîr ragehand: ‘’Di vê derbarê de helwêsta me zelale û em li gel hemkariya hêzên opozîsyona Sûriyê ne ji bo hilweşandina rejîma Beşar Esad.’’
Mijara gotinê ye ku Rusya pêşneyara, di destpêka meha 3 de agirbest bê ragihandin, lê Amerîka daxwaza demildest agirbestê kir, ku di hefteya derbasbuyî de hate ragehandin.
Di heman demê de berpirsên Amerîka pêşneyara Rusya wekû ku dixwazin di vê heyamê de herêmekî berfireh de kontrol çêbikin û wan herêman ji dest opozîsyon werbigrin.
Basnews
