Amerîka hişyarî da: Neçin Bakurê Kurdistanê!
Wezareta Derve ya Amerîka, di daxuyaniyekê de bang li welatiyên amerîkî yên ku dixwazin serdana Tirkiyê bikin yan jî niha li Tirkiyê ne, kir xwe ji cihên ku şer û pevçûn tê de heye, dûr bigirin.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatiye gotin ku li deverên aloz ên Tirkiyê bi taybet li “başûr û rojhilatê welêt” (Bakurê Kurdistanê) xetera girtin û revandina amerîkiyan heye lewma nabe qet serdana wan deran bikin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bajarên Hatay, Kilîs, Dîlok, Riha, Şirnex, Amed, Wan, Sêrt, Mûş, Mêrdîn, Batman, Çewlig, Dêrsim, Colemêrg û Bitlîs ne aram in ji ber wê jî nabe welatiyên amerîkî serdana wan deveran bikin.
Ji par havînê de şerekî giran di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de derketiye. Şer derbasî nav bajarên Bakurê Kurdistanê bûye û heta niha bi sedan kes hatine kuştin, bi hezaran kes jî birîndar bûne her wiha hinek bajar bi temamî vala bûne.
Rudaw
