Kurdistan û Îran di wî warî de rêkeftinek nû îmze dikin
Şandeke Wezareta Ulûm (xwendina bilind û zanistî) a Îranê duh hat Başûrê Kurdistanê û li Hewlêrê ji aliyê rayedarên Fermangeha Pêwendiyên Derve ve hat pêşwazîkirin.
Derheqê qesta hatina wê şanda îranî de, berpirsê maseya Îran û Herêma Kurdistanê ya Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Kurdistanê, Ebdullah Akreyî ji Rûdawê re got, ew şanda îranî bi serokatiya alîkarê Wezîrê Ulûm ê Îranê hatiye û komek serokên zanîngehan jî pê re ne. Ew dê bi Wezîrê Xwendina Bilind a Kurdistanê re rûnên paşê bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û alîkarê wî Qubad Talebanî re hevdîtin bikin.
Ebdullah Akreyî da zanîn, di hevdîtina şanda îranî û Wezîrê Xwendina Bilind de dê rêkeftinek ji bo şandina xwendekarên Kurdistanê bo Îranê û hînana mamostayên îranî bo Kurdistanê were îmzekirin.
Rudaw
