Qaymeqamê Şengalê: PKK dibêje em ferman ji Bexda werdigrin
Qaymeqamê Şengalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Beşek ji saziyên hikûmetê yên li Şengalê ji aliyê PKKê ve dest li ser hatiye danîn, gelek car me ji wan xwest ku wan cîhan vala bikin, lê amade nînin ku guhbidin wan daxwazan û naha jî, me ji wan re ragehandiye ku eger amade nînin vala bikin û biçin der, naçarin nêzîkatiyên li gor yasa li gel wan bikin. ‘’
Qaymeqamê Şengalê diyar kir, gelek car PKK hatiye agahdar kirin ku pirsgirêkan ji bo avaneke, lê guh nadin me û got: PKK û berpirsên wan ji me re dibêjin em bi fermana Bexdayê dikarin wan awahiyan vala bikin û em ferman ji Bexdayê werdigrin.’’
Basnews
