• Friday, 20 February 2026
logo

Li Şarebanê teqînek xwekujî: Bi dehan kuştî û birîndar hene

Gulan Media February 29, 2016 Nûçe
Li Şarebanê teqînek xwekujî: Bi dehan kuştî û birîndar hene
Li bajarokê Şareban a parêzgeha Diyala teqîneke xwekujî pêkhat û di encamê de gellek kes hatin kuştin.

Li gor agahiyên Rûdawê, îro duşemî 29ê Sibatê kesekî xwekuj xwe di nav merasîmeke sersaxiyê li bajarokê Şareban a girêdayî navçeya Beiqobe li parêzgeha Diyalayê de teqand.

Kesê xwekuj li taxa Felestîn a bajarokê Şarebanê, xwe di nava merasîma sersaxiya milîsekî Şîe yê Heşda Şeibî de teqandiye.

Peyamnêrê Rûdawê li Diyala ragihand, di encama teqînê de 10 kes hatine kuştin û 33 kes jî birîndar bûne.

Peyamnêrê me got, li gor zanyariyên destpêkê çend berpirsên milîsên Şîe di vê teqîna xwekujî de hatine kuştin.

Pêştir di 11ê Çile ya 2016ê de jî 2 teqînên bihêz li bajarokê Şareban ê girêdayî navçeya Beiqobeyê qewimîn û di encamê de zêdetirî 100 kesan hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

DAIŞê berpirsatiya her du teqînên pêştir ên Şarebanê girtibû ser xwe.

Rudaw
Top