Şeş nwênerên Rojhilata Kurdistanê gehiştin Civata Şarezayan.
Yek ji giringtirîn erkên Civata Şarezayên Rêberîyê, dîyarkirina rêber û çavdêrîkirina erkên rêbere lew giringî û tayebtîya xwe heye.
Herçende hijmara endamên evê Civatê 88 endamin, lê pişka Rojhilata Kurdistanê tenê şeş kursîne.
Li gor amaran Emanûllah Nerêmanî û Mehmûd Mehemedî Îraqî ku herdû ser bi bale riforimxwazanin û li Kirmaşanê bo Civata Şarezayan deng bi dest xwe ve hînane.
Li parêzgeha Sineya Rojhilata Kurdistanê ji 23 kesan ku xwe bo pişikdarîyê li hilbijartinên Civata Şarezayên Rêberî berbijar kiribûn tenê 4 kandîd ji fîltera Civat Paraztina Destûrî derbaz bûn, lê parêzgarê Sine Ebdûl Mehemed Zahîdî berê gotibû: Husên Şahrûdî nwênerê Elî Xamineyî, rêberê Komara Îslamîya Îranê li parêzgeha Sine wek berbijarê Civata Şarezayên Rêberî hatîye qebûlkirin. Lew hijmar berbijarên Sine bo Civata Şarezayan bûne 5 kes.
Lê di nav wan pênc kesan de li parêzgeha Sine dûyan deng bi dest xwe ve nehînan. Li Îlamê jî Seed Gulpûyeganî zêdetir ji 150 hezr deng bi dest xwe ve hînane. Li parêzgeha Wirmê ji 5 kesan bo sê kursîyan rikaberî dikirin. Ji wan Elî Ekebr Qûreyşî, Esker Dîrbaz û Cewad Şebisterî deng bi dest xwe ve hînan. Li gor jêderan li parêzgeha Loristan jî Ehmed Meblexî û Haşim Nîyazî deng bi dest ve hînane bo Civata Şarezayan.
K24
