• Friday, 20 February 2026
logo

Li Kirmaşanê êrîş li ser perestgehekî ola Yarisanî hat kirin

Gulan Media February 29, 2016 Nûçe
Li Kirmaşanê êrîş li ser perestgehekî ola Yarisanî hat kirin
Roja yekşemê 28.02.2016 ê de ji sed kesî zêdetir ku xwe wek Şîeyên velayetê pênase dikirin li bajarê Şahabad ê ku dikeve ser parezgeha Kirmaşanê êrî kirin ser cemxane ango perestgeha ola Yarisaniyan û bi dar û beran cam û tişten wê şikandin û zerer û ziyan dan awahiya cemxaneyê.

Li gor raporta Komeleya Mafê Mirov a Kurdistanê, ew sed kesane bi piştiwaniya hêzên ewlekariya hikûmetê ew kare kirine û bi dirûşmên dijî ola Yarisanî û têkbirina wan û sivikatî li vê olê kirine.
Tê gotin ku kesên ku li ser ola Yarisanî li wê derê amade bun, sivikayî li wan hatiye kirin û hatine lêdan.
Berî şoreşa Îslamî ya Îranê piraniya rûniştwanên bajarê Şahabadê ji kesên Yarisanî pêkdihat. Lê piştî şoreşa Îslamê zext û fişarên hikûmetê û Şîeyên tûnd beşek ji wan hatine koçber kirin û piranî berê xwe dan bajarên Îranê yên din û bi taybet jî beşekê berê xwe da başûrê Kurdistanê.

Li gor dîtina Komara Îslamî ya Îranê ola Yarisanî, Kakeyî û Ehlî heq bi tekfîr ango ji rê derkevtinên ola Îslamê ne û çalakiyên wan ên olî tê qedexekirin û salane bi dehan çalakwanên ola Yarisanê tên girtin û zîndanî kirin.

Basnews
Top