• Friday, 20 February 2026
logo

Serokê Huda-Parê: PKKê bi enqest şer derbasî nav bajaran kir!

Gulan Media February 29, 2016 Nûçe
Serokê Huda-Parê: PKKê bi enqest şer derbasî nav bajaran kir!
Serokê Partiya Doza Azad (Huda-Par) Zekeriya Yapicioglu dibêje, PKKê bi enqest şer xist nav bajaran. Yapicioglu her wiha ragihand, dewletê di “pêvajoya aştiyê” de xeletî kir.

Ji par havînê de şer û pevçûn ji çiyê daketine nav bajarên Bakurê Kurdistanê. Heta niha bi sedan kes hatine kuştin, bi hezaran kes birîndar bûne, bi deh hezaran kes jî ji mal û warê xwe koçber bûne.

Serokê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu, derheqê rewşa Bakurê Kurdistanê û siyaseta dewleta Tirk li hember Kurdan, bersiva pirsên Rûdawê da.

Rûdaw: Tu rewşa ku li Bakurê Kurdistanê heye, çawa dinirxînî?

Her du aliyên şer, hevdû bi destpêkirina şer tohmetbar dikin. Yek dibêje ji ber ku li nav bajaran de xendeq hatibûn vedan, operasyon û şer ket nav bajaran, yê din jî dibêje, ji ber operasyonan, xendeq hatin vedan. Lê li gorî min, eger xendeq nehatiban vedan û şervanên PKKê wêneyên xwe yên li pişt barîkatan li ser malperên civakî belav nekiribana, şer evqasî giran nedibû û derbasî nav bajaran jî nedibû. Eger em bêjin PKKê şer biriye nav bajaran dîsa jî diviya dewlet bi çekên giran êrişî bajaran nekiriba. Divê her du alî ji ber kuştina sivîlan bên cezakirin.
Li gorî min, PKKê bi enqest şer derbasî nav bajaran kir û bû sedema wê ku artêş bikeve nav bajaran. Berê ti qereqoleke dewletê li nav navçeya Sûra Amedê de nebû. Di hilbijartinên 7ê Hezîranê (2015) de jî gellek çekdarên PKKê li nav Sûrê hebûn lê dewletê tiştek nedigot.

Rûdaw: Gelo xelkê herêmê kîjanê li hember bûyer û aloziyan berpirs dibîne?

Bi rastî xelkê pir dilgiran û aciz in ji rewşê. Hinek dibêjin, dewleta Tirk dixwaze bi navê PKKê Kurdan bide qirrkirin lê piraniya welatiyan PKKê gunehbar dibînin di derxistina vî şerî de. PKKê di heyama “Pêvajoya Aştiyê” de jî mijûlî çekdarkirina endam û alîgirên xwe bû û plana şerê li dijî artêşê danîbû. Li gorî ku rayedarên dewletê dibêjin, PKKê 80 hezar çek bi ser endam û alîgirên xwe de belav kiribû.

Rûdaw: Gelo “Pêvajoya Aştiyê” dê dîsa dest pê bike?

Dewletê di pêvajoya aştiyê de hinek xeletî kir. Li ser çekdanînê israr dikir, li gorî min ev xelet bû. Me ji dewletê re digot, kurd hemû ne PKK ne, kurdên din jî hene û xwedan hizr û nêrînên cuda ne. Lê wan guh nedan me û rewş gihîşt vê derê. Projeyeke ciddî ya dewletê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd nebû. Me jî wê demê ji wan re gotibû, eger projeyek ciddî nebe ev kar dê bêencam bimîne. Me ji dewletê xwast, du maseyan danên. Yek ji bo danîna çekên PKKê yek jî ji bo mafên rewa yên gelê kurd. Bila nûnerên hemû hêz û aliyên kurd tevlî muzakereyê bibin. Ege HDP jî dixwaze behsa PKKê bike bila li ser maseya PKKê rûnê lê eger dixwaze behsa mafên Kurdan bike bila li ser maseya din rûnê. Eger HDP ji nav vê pêvajoyê were derxistin, xeletiyek mezin e.

Rûdaw: Tu siyaseta HDPê çawa dinirxînî?

HDP partiyeke kurdî nîne çimkî navê kurd tê de tine! Ew dibêjin “em ji bo Tirkiyeya demokratîk xebat dikin”. Bi dev tiştekî dibêjin lê di pratîk de tiştekî din dikin. Hinek caran tam mîna partiyeke Tirk gav davêjin hinek caran jî dibin parêzvanên PKKê! Lê em partiyeke kurdî û îslamî ne. Em mîna Yekgirtûya Îslamî ya Başûrê Kurdistanê ne, him kurdî him îslamî. Tevahiya rêveberên partiya me kurd in, tenê yek tirk e. Eger şiyana me hebe emê Kurdistana Mezin ava bikin ne Kurdistana ku bûye 4 perçe!

Rûdaw: Hûn dibêjin PKK ne hêzeke netewî ye. Lê we di kongreya partiya xwe de Ala Kurdistanê nedanîbû, çima?

Kongreya me, taybet a partiya me bû. Me baş zanî ku tenê ala partiya xwe deynin. Lê me li ser dîwarê baregehên partiya xwe, Ala Kurdistanê jî daniye. Hinek kes dibêjin ew ala tenê ya Herêma Kurdistanê ye ne ya hemû Kurdan. Em wisa hizir nakin. Em ne ji Ala Kurdistanê aciz in ne jî ji ya Tirkiyê. Em tenê ji wê aciz in ku dibêjin ala Tirk yan artêşa Tirk yan welatiyên Tirk…

Rûdaw: Lê we di kongreya xwe de ala Filistînê danîbû…

Ew ala ku tu behs dikî, min nedît. Helbet ez nabêjim nehatibû danîn lê ew ne beşek ji siyaseta partiya me ye. Me di kongreya xwe de tenê ala Tewhîdê danî.

Rûdaw: Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî, xwe wek “Xelîfeyê Îslamê” daye naskirin û bang li cîhana îslamî kiriye, wî wek xelîfe qebûl bikin. Nêrîna te li ser vê yekê çi ye?

Tiştên ku DAIŞ dike, ne îsanî ne ne jî îslamî. Ji ber wê jî em guh nadin fermana wî.

Zekeriya Yapicioglu kî ye

Sala 1966ê li bajarê Batmanê ji dayîk bûye. Sala 1988ê, beşa hiqûqê ya Zanîngeha Enqerê xwendiye. Ji sala 1990î heta 2012ê parêzertî kiriye. 30ê Tîrmeha 2013ê bûye Serokê Huda-Parê. Zewiciye û bavê du zarokan e.

Rudaw
Top