• Friday, 20 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Suidiya têkiliyên du alî dikin dinirxînin

Gulan Media February 28, 2016 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Suidiya têkiliyên du alî dikin dinirxînin
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr. Ebidulmunim Ebidulrehman Mehmûd Konsulê Giştiyê Şanişîna Erebistana Suidiya li Hewlêrê û şandeka pê re kir.

Li hevdîtinekê Konsulê Suidiya supasya pêşwaziya germ ya Hikûmet û aliyên têkildarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo karê Kunsulxaneya welatî wî li Hewlêrê kir û hêvî xwast ku bibe pirek navbera Herêma Kurdistanê û welatê wî ji bo perepêdan û bi hêzkirina têkliyên navbera herdu aliyan.

Derbarê rolê Pêşmerge li şerê dijî terorîstên DAIŞê jî xuyakir Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorê pêşeng in û pêdagirî li ser vê yekê kir ku Pêşmerge cihê şanaziya Kurdistanê û hevpeymanya navdewletiya şerê dijî DAIŞê ye.

Konsulê Suidiya derbarê rewşa koçber û penberam li Herêma Kurdistanê xuyakir welatî wî li çarçoveya pirogirama xêrxwaziyê dixwaze alîkariya koçberên Îraqê li Herêma Kurdistanê bide û bo vê yekê jî digel aliyên têkildarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peywendiyê de ye. Her wiha got handana sermayedar û xudankarên Suidiya ji bo karkirin li Herêma Kurdistanê li servey karên konsulxaneya wan li Hewlêrê dibe,bo vê yekî bihên li Herêma kurdstaên sermayedariyê bikin û beşdarê piroseya weber înanê û bi hêzkirina têkliyên bazrganî navbera Herêma Kurdistanê û Suidiya bibin,bi taybetî ku Herêma Kurdistanê derfeteka baş ji bo geştiyariyê heye û bazirganên Suidiya jî dixwazn di vê sektorê de kar bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiya dest bi karbûna yekem konsulê Suidiya li Hewlêrê kir û hêviya serketinê jê re xwast. Her wiha kêfxweşiya xwe jî derheq pirogirama karê Konsulxaneya Suidiya li Herêma Kurdistanê nîşanda û pêdagirî li ser vê yekê kir ku derfeta weber înanê bo xwedîkar û bizinsmenên Suidiya li Herêma Kurdistanê vekiriye û dikarin li sektorên pîşesazî,geştiyarî û çandin û kertên din li Herêma Kurdistanê sermayeguzariyê bikin û beşdarê avakirina jêrxana abûriya Herêma Kurdistanê bibin.

Her du aliyan li dawiya vê hevdîtinê nirxandina têkliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û her wiha Herêma Kurdistanê û Îraqê bi gştî tevî şanşîna Suidiya kirin û pêdagirî li ser pêwîstiya bi hêz kirina têkliyan kirin.
Top