• Friday, 20 February 2026
logo

DAIŞê cihek li nêzîkî Bexdayê kontrol kir

Gulan Media February 28, 2016 Nûçe
DAIŞê cihek li nêzîkî Bexdayê kontrol kir
Çekdarên DAIŞê di berdewamiya êrişa xwe bo ser navçeya Ebû Xurêb a girêdayî Bexdayê de, devera Kazim Ezab ji destê hêzên Iraqê derxistin û kontrola wê girtine destê xwe.

Çekdarên rêxistina DAIŞê îro yekşemî 28ê Sibatê êrişeke berfireh kirine ser navçeya Ebû Xurêb a girêdayî Bexdayê.

Li gor agahiyan, di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên ewlehî û Artêşa Iraqê de şerekî giran derketiye.

Çekdarên DAIŞê karîne sînoreke berfireh ji navçeya Ebû Xurêb ji destê hêzên Iraqê derxînin û wan paşve bidin. Hat zanîn, çekdarên DAIŞê devera Kazim Ezab a li navçeya Ebû Xurêb bi temamî kontrol kirine.

Navçeya Ebû Xurêb ser bi parêzgeha Bexdayê û li rojavayê vî bajarî ye û tenê 20 kîlomeran dûrî bajarê Bexdayê ye.

Bi vî awayî DAIŞ carek din piştî êrişên berfireh ên xwe di sala 2014ê de, nêzîkî bajarê Bexdayê dibe.

Hevdem hat gotin, ku balafirên şer ên hevpeymanan û yên Iraqê piştgîriyê didin hêzên bejayî yên Iraqê û çeperên çekdarên DAIŞê topbaran dikin. Balafirên şer bi taybet sayloya Ebû Xurêb didin ber bombeyan.

Ji aliyekê din ve Artêşa Iraqê hêzeke taybet a Antî-Terorê ber bi vê navçeyê ve şand.

Piştî êrişa berfireh a DAIŞê bo ser navçeya Ebû Xurêbê, Serokê Tevgera Sedr Moqteda Sedr milîsên ser bi vê tevgerê xwe ve xiste haleta alarmê, daku bo her egerekê û bergirîkirin li bajarê Bexdayê amade bin.

Li ser êrişa îro ya DAIŞê bo ser derdora Bexdayê, Serokê Komîteya Bergirî û Asayişê ya Parlamentoya Iraqê Hakim Zamilî serdana eniyên şer li Ebû Xurêb kir. Di dema çûna konvoya otomobîlên Hakim Zamilî de, gulle li konvoyê û otomobîla wî hatin reşandin.

Hakim Zamilî piştre li Ebû Xurêbê di daxuyaniyekê de ragihand, rewş di kontrola hêzên ewlehiyê de ye û gotegotên derbarê awarebûan xelkê deverê ji ber şer ji ratsiyê dûr e.

Rudaw
Top