Rewşa paytexta Iraqê têk diçe
Piştî ku şevêdin rêxistina tûnd a DAIŞê êrîş bire ser bajarokê Ebu Xurêb û saziyên ewlekariyê yên wî bajarokî, şer û pevçûnên dijwar li wê derê pêktên û heta naha jî berdewam dikin. Wan şer û pevçûnan tirsekî zêde xistiye nav xelkê bajarê Bexdayê, bi taybetî jî, ji ber ku Ebu Xurêb pir nêzîke li paytext Bexdayê û wek deriyê bajêr tê pênase kirin.
Li hember wê êrîşê hêzên ewlekariya Iraqê ketine amadebaşiyê û beşê rojavayê bajêr bihêztir kirine. Her îro Rêberê rewta Sedr Muqteda El-Sedr ferman daye Lîwaya Bexdayê ku ser artêşa Seraya El-Selame û ew lîwaye kiriye artêşa çekdar a rewtê Sedr û fermana amadebaşiya temamî û berewaniyê li paytexta Iraqê biken daye. Di heman demê de hikûmeta Iraqê hişyar kiriye, bi vê êrîşê ve DAIŞê berê xwe daye paytexta Iraqê û diyar kir; ‘’Cîha ku hûn pare û dewlemendiyê kombikin, Bexdayê biparêzin.’’
Her di çarçoveya amadekariyên egera êrîşa DAIŞê ya ser paytexta Iraqê de, di çapemeniya Iraqê de hat belav kirin ku, hêzên ewlekariya taybet bi awayekî bi hêz li derdora firokexaneya Bexdayê ya navnetewî hatine belav kirin û li amadebaşî de ne.
Basnews
