Rewşa ewlekariya Nexede têkçu
Herwaha tê gotin ji aliyekî dinve Azeriyên bajarê Nexedeyê, bi dar û beran êrîş kirine ser otomobîlên reqema Şino û ziyanekî pir dane otomobîlên Kurdan.
Li gor zanyariyên bidest ketine her diçe alozî zêde dibin û hêzên ewlekariyê jî zêdetir bajêr dagir dikin.
Hat zanîn sedema wan aloziyan piştî piroseya hilbijartinê li Nexede û Şino namzedên Kurd serkeftin, vê serkeftinê acizî di Azeriyên bajêr de avakiriye.
Piştî ku hate gotin egerê yekem buna nûnerê Kurd Ebdulkerîm Hisên Zade li bajarê Şino, Nelos û Nexede û çûna wî ya duyem car ji bo Parlamentoyê heye Azeriyên bajêr ketin tevgerê û buyer derxistin.
Li gor Azeriyên bajarê Nexedê di hilbijartinan de karên ne li rê hatine kirin û dibêjin; Kurdên Pîranşar, Mehabad û cîhên din hatin û ji bo Kurd biçin Parlamentoyê deng bikar anîn.
Herwaha hindek Azeriyên Nexede êrîş kirine ser yek li şûrayên bajêr û lêdane. Tê gotin hin Azeriyan diruşmên wek ‘’merg bo Kurd’’ ango mirin bo Kurd avêtine lê hîn nehatiye piştrast kirin .
Basnews
