• Friday, 20 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Em nikarin bêjin teqez boriya neftê PKKê teqandiye

Gulan Media February 27, 2016 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Em nikarin bêjin teqez boriya neftê PKKê teqandiye
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi teqandina boriya nefta Herêma Kurdistanê kir û got: ‘’Zerer û ziyan dikeve aborî û dahata Herêma Kurdistanê.’’

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongreyekî rojnamevanî de ragehand: ‘’Em nikarin bêjin teqez teqandina boriya nefta Kurdistanê, ji aliyê PKKê ve hatiye kirin. Lê di wan sinoran de tevgerên leşkerî hene. Lê bandorê li ser dahat û aboriya Herêma Kurdistanê dike.’’

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku; biryar hatiye dayîn ku di demekî nêzîk de dest bi dabeşkirina mûçeyê meha dûyê yê fermanberan bikin û ji bo mamostayan jî vê girêdayîbin bi soza xwe ve û got: ‘’Eger Bexda garantiya mûçevergirê Herêma Kurdistanê dike û 850 milyar dînar rêbike, emê teqez çi petrol heye hemûyê radestî wan bikin. ‘’

Di derbarê hewlên civîna li gel Tevgera Goran û PDKê jî Cîgirê Serokê PDK û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Me amadebûna xwe ya li gel Tevgera Goran rûniştinê diyar kir. Lê ew amadenînin li gel me rûnên. Em dixwazin rûnên. Lê eger rûniştin nebe tu pêşketinek çênabe. Ji ber vê emê civînên xwe berdewam bikin. Hefteya li pêşme jî li gel YNKê civîna me di wan derbaran de vê pêkbê.’’

Di derbarê hilbijartinên Îranê de jî Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Hilbijartin mafê gelê Îranê ye. Em pîroz dikin. Bi serkeftî temam buye û hêvîdarim bibe xêr ji bo hemû gelên Îranê û gelê Îranê ber bi pêşketinên zêde ve bibe.’’

Rudaw
Top