Michael Hayden: sykes-picot û Versailles têkçûn û tiştekî binavê Iraqê nemaye
Serokê berê yê CIA yê got: ‘’Tişta ku em dibînin têkçûna her sê peymanên bingehîn yên yasaya navnetewî ne. Em di naha de têkçûna hemû wan peymanan dibînin ku piştî şer ê cîhanê yê dûyemîn de hatine pêkanîn. Dikarim bibêjim tiştek binavê Iraqê nemaye. Sûriye jî bidawî buye. Êdî wekî xwe lênayên. Lûbnan rola xwe ya berî gav bi gav ji dest dide. Lîbya jî heyamekî dirêje winda buye.’’
Herwaha got: ‘’Ji vê gavê pêde gohertin tektetonin, yek ji wan jî şer ê dijî terorêye. Demjimêr pir alozin. Naha dû bere di vî şerîde hene. Tişta ku ez dibînim artêşa me bi bombe barana wan terorîstan ve karekî pir baş dike. Ew jî bereyê nêzîk şer e. Herçend bereyek dûrî şer jî be.’’
Basnews
