Milîsên Şîe 12 balafirên şer ji Îranê kirrîn
Serokê Komîteya Asayiş û Bergiriyê ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, milîsên Heşda Şeibî 12 balafirên şer ji Îranê kirrîne.
Şaxewan Ebdullah got: “Desteya Giştî ya Heşda Şeibî 12 balafirên şer ji Îranê kirrîne û biryar e di pêşerojeke nêzîk de ew balafir bigihîjin Iraqê.”
Şaxewan Ebdullah herwiha got: “Heşda Şeibî ew balafir bêyî agahdariya parlamentoyê û Wezareta Parastinê ya Iraqê ji Îranê kirrîne.”
Serokê Komîteya Asayiş û Bergiriyê ya Parlamentoya Iraqê destnîşan kir: “Desteya Giştî ya Heşda Şeibî herwiha çend kesên xwe bo rahênan û perwerdehiya li ser balafiran şandine Îranê.”
Şaxewan Ebdullah derbarê wê yekê de ku ew balafir çêkiriyên kîjan welatî ne, ragihand, ew nizanin ka ew balafir ji aliyê kîjan welatî ve hatine çêkirin ûbirêya kîjan şîrketê û bi çiqasî ew balafir hatine kirrîn.
Ebdullah amaje bi xerciyên milîsên Heşda Şeibî jî kir û got, di sala 2015ê de Heşda Şeibî bêyî agahdarî û razîbûna parlamentoyê trîliyonek dînar (derdora 800 milyon dolar) xerc kiriye.
Li ser wê mijarê, Berdevkê Heşda Şeibî ji Rûdawê re axivî û ew zanyarî red kirin.
Berdevkê Heşda Şeibî Kerîm Nûrî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Ti bingeha wan zanyariyên han nîne. Heşda Şeibî xwediyê ti balafireke şer nîne. Herwiha bi rêya Hikûmeta Iraqê û Wezareta Parastinê jî hevrêziyê ligel Hêza Esmanî ya Iraqê dike.”
Heşda Şeibî piştî êrişên rêxistina DAIŞê di nav axa Iraqê de û bi mebesta rûbirûbûna çekdarên DAIŞê û alîkarîkirina Artêşa Iraqê bi fetwaya rêberê olî yê şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî hat damezrandin.
Rudaw
