• Friday, 20 February 2026
logo

Tirkiyê helwesta xwe li ser agirbesta Sûriyê eşkere kir

Gulan Media February 25, 2016 Nûçe
Tirkiyê helwesta xwe li ser agirbesta Sûriyê eşkere kir
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu ragihand, agirbesta Sûriyê tenê ji bo Sûriyê ye ne ji bo Tirkiyê!

Li gorî rêkeftina navbera Amerîka û Rûsyayê, roja şemiyê (27ê vê mehê) dê li Sûriyê agirbest were ragihandin.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu li ser wê agirbestê axivî û got, Tirkiye piştgiriya agirbestê li Sûriyê dike lê eger asayişa Tirkiyê bikeve xeterê wê çaxê Tirkiye guh nade kesî.

Davûtoglu diyar kir ku agirbesta Sûriyê tenê ji bo wan hêzên Sûrî ye ku li dijî hev şer dikin, ne ji bo Tirkiyê ye!

Serokwezîrê Tirkiyê jî mîna Serokomarê Tirkiyê nerazîbûna xwe li hember wê yekê anî ziman ku çima YPG ne li derveyî agirbestê ye û got, divê YPG nebêje êdî agirbest e û Tirkiye nikare tiştekî bike. Kengê asayişa me bixin xeterê emê êrişî wan bikin.

YPGê ragihandibû ku ewê jî agirbesta Sûriyê qebûl bikin lê mafê wan yê parastina rewa dê parastî be.

Rudaw
Top