• Friday, 20 February 2026
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hurkariyên êrîşên ser binkeyên PDKê aşkera kir

Gulan Media February 25, 2016 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê hurkariyên êrîşên ser binkeyên PDKê aşkera kir
Serokê Lijneya Helsengandin û Bersivdarê Raportên Navnetewî, bersiva rêxistina Lêbûrîna Navnetewî da û amarên kuştî û birîndarên di buyerên êrîşa ser binkeyên PDKê aşkera kir.

Serokê Helsengandin û Bersivdarê raportên Navnetewî Dîndar Zêbarî, di raportekî de ku wêneyêkî ji BasNewsê re hatiye şandin de, bersiva raporta rêxistina Lêbûrîna Navnetewî da û ji ber buyerên êrîşkirinê yên binkeyên PDKê li Germiyan û Qeladizê aşkere kir: ‘’Li gor amarên dezgayên ewlekariyê hikûmeta Herêma Kurdistanê 2 kes li Kelar û 3 kes li Qeladizê di encama xwepêşandanan de şehîd bun û 50 kes jî birîndar bun ku piraniya wan ji ber keviran birîndar bune. Ji aliyekî dinve piştî lêkolînan 183 kes bi fermana dadgahê ku bi wan buyeran re têkildar bun hatin girtin. Piştî ku wan kesane hatin girtin derket holê ku temenê wan kesane li gor yasa biçûkin lê bi daxwaza mûçe beşdarî wan buyeran bûne. Li gor yasayên Herêma Kurdistanê ji bo fermanberiyê pêwîste temenê kes ji 18 salî jortir be, lê disa jî wan kesane hemû bi kefalet yan jî bi bilêname ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatine berdan û azad kirin.’’

Herwaha hat diyar kirin ku 98 xwepêşandenên cuda cuda yên aştiyane li Hewlêrê bi moleta fermî hatine pêkanîn û piraniya xwepêşandinan jî tu peyvendiya xwe li gel hikûmeta herêma Kurdistanê jî nebûye. Lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê giyanê xwepêşanderan parastiye û tu ziyanek bi kesekî jî negeheştiye.
Beyaname bi vî awayîye:

Beyanameya Lijneya Helsengandin û Bersivdana Raportên Navnetewî ya di derbarê raporta salane ya Amnesty İnternational de.
Roja 24.02.2016 de rêxistina Lêbûrina Navnetewî (Amnesty İnternational) di raporta xwe ya salane de li ser rewşa mirov di seranserê cîhanê de belavkiriye û çend rûpelên wê raportê jî hatiye cuda kirin û li ser rewşa mafê mirov ya Iraq û Herêma Kurdistanê.

Di derbarê rewşa mafên mirov a herêma Kurdistanê de, ku di raportê de tê gotin bi sedan zarok û jinên êzdî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine rewandin û hatine kuştin. Ji bo DAIŞ wek yek ji sedemên serekî yên binpêkirina mafên mirov li Iraq û Herêma Kurdistanê tê binav kirin. Herwaha di raportê de rexneya hebûna sizayê darvekirinê hatiye kirin, çavgirtin ji bo milîsên Êzdî ku tewan li hember Erebên ku li navçeyên nû hatina azadkirin pêkbînin û girtin û zîndanî kirina xelkê bê biryarên dadgahê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve û tê gotin ku wan pinbê kirina mafên mirov ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine pêkanîn. Di baweriya me de parastina pîvan û prensîbên mafê mirov, bi taybetî di vê demê de ku, Herêma Kurdistanê rûbiruyê terorîstên DAIŞê ye û piştî xwendina vê raportê rexne û balkêşandina vê rêxistinê em digrin dest û bi taybet wan raportane babetên berfirehin.

Her çend Iraq di rêkevtinên taybet de sizaya darvekirinê de ne endame, lê li Herêma Kurdistanê pêkanîna wî sizayî pir li pêşî hatiye girtin û rêjaya darvekirinê di astekî pir kêmda ye ku kesên ku hatine darve kirin dikare bê hejmartin. Ji aliyekî dinve di derbarê girtin û zîndanî kirina xelkê bê biryarên dadgahê di raportê de amaje pê hatiye kirin de jî, dikare bê gotin ku kesek bê biryarê dadgah nehatiye girtin û zîndanî kirin û girtina her kesekî ku goman li ser hebê li gor rênûmayiyên taybet tê kirin, piştî hat girtin jî wek her zîndaniyekî mafên xwe yên taybet heye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê bi giştî rêxistinên taybetin ji bo mafê mirov dide ku serdana zîndanan bikin û binkeyên girtigeha û vegoherînan bikin ji bo ji nêzîk ve agahdarbin ji rewşên hemû aliyekî ve, bi taybetî jî, ji aliyê parastin û girêdayî tevgerîna prensîbên mafê mirov.

Di derbarê çavgirtin ji tewanên milîsên Êzdî ku li dijî Erebên Sûnne, wek hemû aliyekî aşkera Êzdiyan tu milîsên çekdar nînin û ew hêzên Êzdî yên ku hene beşek ji wan li ser Hêzên Pêşmerge û Wezareta Pêşmergeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne û fermanên xwe jî li Wezareta Pêşmerge verdigrin, eger tewanek li dijî Erebên ku navçeyên hatine azad kirin de hatibe pêkanîn jî, eva buyerekî takekesî buye, ne ku bi plan û bername ye û her di vê derbarê de jî Wezareta Pêşmerge amadeyiya xwe ragehandiye ku; her kesekî di derbarê pêkanîna karên tund û kuştina hemwelatiyên Ereb de belgeyekî hebê, ew amadene ku lêkolînê di vê derbarê de pêkbînin û kesê ku buyerekî waha pêkanî jî siza biken.

Di beşekî din ê raportê de li ser piroseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û buyerên ku di çend mehên derbasbuyî de tê behs kirin. Lê tişta ku aşkere ye, naha aliyên siyasî ji bo çareserkirina wan aloziyan gotûbêjan pêştixin û gelek civîn dinavbera wan aliyên siyasî de hatine pêkanîn. Diyare krîza aborî û birîna budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Federal û ketina nirxê neft ango petrolê buye sedem ku Hikûmeta Herêmê nikaribe wek pêwîst mûçeyê fermanberan bidest bînê, ew jî nerazîbûnên xelkê re rê vekiriye û encamde tundî dinava hemwelatiyan û saziyên ewlekariyê de rûdan ku, mixabin di encamde çend hemwelatî bun qurbanê wan buyeran û çend binkeyên PDKê li navçeyên Silêmaniyê, Germiyan û Helebçê hatin şevitandin.

Li gor amarên dezgayên ewlekariyê hikûmeta Herêma Kurdistanê 2 kes li Kelar û 3 kes li Qeladizê di encama xwepêşandanan de şehîd bun û 50 kes jî birîndar bun ku piraniya wan ji ber keviran birîndar bune. Ji aliyekî dinve piştî lêkolînan 183 kes bi fermana dadgahê ku bi wan buyeran re têkildar bun hatin girtin. Piştî ku wan kesane hatin girtin derket holê ku temenê wan kesane li gor yasa biçûkin lê bi daxwaza mûçe beşdarî wan buyeran bûne. Li gor yasayên Herêma Kurdistanê ji bo fermanberiyê pêwîste temenê kes ji 18 salî jortir be, lê disa jî wan kesane hemû bi kefalet yan jî bi bilêname ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatine berdan û azad kirin.

Pêwîste amaje bi vê yekê jî bê kirin ku 98 xwepêşandenên cuda cuda yên aştiyane li Hewlêrê bi moleta fermî hatine pêkanîn û piraniya xwepêşandinan jî tu peyvendiya xwe li gel hikûmeta herêma Kurdistanê jî nebûye. Lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê giyanê xwepêşanderan parastiye û tu ziyanek bi kesekî jî negeheştiye.

Di dawiyê de wek lijneyekî helsengandin û bersivdana raportên Navnetewî em radigehînin ku, vê raporê em digrine dest û piştî pêdaçûn li ser wan tometana ji herêmê re hate pêşkêşkirin û bi alikariya aliyên peyvendidar bersiva têr û tejî bi awayê raportekî emê biden.

Dîndar Zêbarî
Serokê Lijneya Helsengandin û bersivdarê raportên Navnetewî

Basnews
Top