• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Şahnişîna Sû'ûdiye li Hewlêrê kir

Gulan Media February 25, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Şahnişîna Sû'ûdiye li Hewlêrê kir
Roja çarşem 24.02.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Dr Abdulmun'im Abdulrehman Mehmûd Konsolê Giştî yê Şahnişîna Sû'ûdiye li Hewlêr û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Şahnişîna Sû'ûdiye li Hewlêr xweşhaliya xwe ji bo rexsandina hevdîtinê û destbikarbûna xwe ya wekî yekem Konsolê welatê xwe li Hewlêra paytext nîşan da. Her wiha silavên Paşa û her dû Cîhnişîn û Wezîrê Derveyê Sû'ûdiye bi Serok Barzanî û gelê Kurdistanê gihand. Tekez jî li wê yekê kir ku kar ji bo berfirehtir kirina peywendiyên di navbera her dû aliyan û kûrtirkirina dostayetiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Sû'ûdiye dike.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvana kir û hêviya serkeftinê li erk û karê Konsolê Giştî yê welatê Sû'ûdiye xwest û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera her dû aliyan pêşwaziyê li pêşxistina dostayetî û birayetiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Sû'ûdiye kir.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê metirsiyên teror û hereşeya hizra tundrewî ya li ser asayîş û aramiya navçeyê û pêkvejiyana di navbera gelan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Top