• Friday, 20 February 2026
logo

Pentagon: Hêzên Kurdî di demeke nêzîk de Reqayê dorpêç dikin

Gulan Media February 25, 2016 Nûçe
Pentagon: Hêzên Kurdî di demeke nêzîk de Reqayê dorpêç dikin

Wezareta Berevaniya Amerîkayê(Pentagon)ragehand ku, DAIŞê li ser destê hêzên Kurdî rastî gelek şekstinan bûye, da zanîn ku, di demeke nêzîke ew Hêz wê bajarê Reqayê dorpêç bikin.

Derbarê dorpêşkirina bajarê Reqayê ji aliyê Hêzên Kurdî ve Berdevê wezareta Berevaniyî ya Amerîkayê Jeff Davis di daxuyaniyekê de wiha got: "Piştî serkeftinên Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) di nav de jî YPGê û kontirolkirina wan bi alîkariya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ji bajarokê Şedadê re, herwiha girtina wan ji 1400 kîlometir kare ji erdê dibin destê DAIŞê, di demeke nêzîk de jî ew hêz dê bajarê Reqayê dorpêçbike."

Davis da zanîn ku, çekdarên DAIŞê û serkirdeyên wê, ji wî bajarê Reqayê direvin, aşkere kirk u, ew bajar dê di demeke nêzîkde hilweşe.Çekdarên DAIŞê di sala 2914an de bajarê Reqayê kontirol kirbûn, ji wê demê ew bajar weke paytexta xilafeta xwe binav kirbûn.

Top