• Friday, 20 February 2026
logo

Helwesta YPGê li ser agirbesta Sûriyê

Gulan Media February 25, 2016 Nûçe
Helwesta YPGê li ser agirbesta Sûriyê
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, ew agirbesta ku dê li Sûriyê were ragihandin, dê ji aliyê wan ve jî were pesendkirin.

Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl ji Reutersê re got, em wek YPG, vê agirbestê girîng dibînin ji ber wê jî emê agirbestê pesend bikin, lê mafê me yê parastina rewa dê parastî be.

Amerîka û Rûsya beriya niha li ser wê yekê li hev kiribûn ku roja 27ê vê mehê li Sûriyê agirbest were ragihandin. Rêxistinên DAIŞ û El Nusra li derveyî agirbestê tên hîştin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li hember vê yekê nerazîbûn nîşan dabû û gotibû, madem DAIŞ û El Nusra li derveyî agirbestê ne divê YPG jî li derveyî agirbestê bimîne!

Rudaw
Top