Serok Barzanî beşdariya rêwresma roja nîştîmaniya Kuweytê kir
Di destpêka rêwresmê de Dr Emer Ehmed Elkenderî Konsolê Giştî yê Kuweytê li Hewlêr li gotarek da bi xêrhatina Serok Barzanî û mîhvanan kir û li axaftina xwe de pesnê rola Serok Barzanî li serkirdayetîkirina şerê dijî terorîstan û rola qehremananeya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li rûbirûbûna terorîstan û parastina bihayên miroviyan kir û serxweşiyê li malbatên şehîdên Kurdistanê kir û hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwest. Konsolê Kuweyt li dirêjahiya axaftina xwe de palpiştiya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê derbirî û tekez li ser pêşxistina peywendiyên her dû aliyan kir.
Paşê gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hate xwendin û têda ji bo roja nîştîmanî û salvegera azadkirina Kuweytê pîrozbahiya gel û Hikûmeta Kuweytê kir. Her wiha tekez li ser berev pêşve birina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Kuweytê kir û daxwaz jî ji welatê Kuweytê kir ku palpiştê Herêma Kurdistanê bin li hevkarîkirin û yarmetîdana wan koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê da dijîn.
