• Friday, 20 February 2026
logo

Amerîka: Yek parçe hiştina Sûriyê zihmet dibe

Gulan Media February 24, 2016 Nûçe
Amerîka: Yek parçe hiştina Sûriyê zihmet dibe
Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragehand; Berdewambûna şer li Sûriyê, yek parçe hiştina Sûriyê zihmet dike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry di gotarekî xwe ya li pêş peyvendiyên derve ya Encûmena Pîran de diyar kir; ‘’Ew kesên ku xelet difirkirin, we dizanin ku Serokê Amerîka Barrack Obama tu helbijardeyekî wî tineye ji bo Sûriyê, bi taybet di dema serkeftina piroseya aştî û diplomasiyê de.’’

Herwaha li gor John Kerry berdewambûna şer ê nawxeyî yê Sûriyê, ku meha adarê 2011 ve berdewam dike, dinavbeyna opozisyon û rejîma Sûriyê de, dibe sedem ku, her diçe yek parçeyiya sûriyê dixe metirsiyê û yek parçe hiştina Sûriyê zihmet dike.

Balkêşe wan gotinên Wezîrê Derve yê Amerîkayê piştî rêkevtina Amerîka û Rusya yê li ser agirbesta Sûriyê hatin kirin. Lê bi mercekî agirbest hate kirin û agirbest Bereya El-Nûsra ku baskekî tund ê El-Qaîdeye û herwaha DAIŞê nagre nav xwe.

Rudaw
Top