• Friday, 20 February 2026
logo

Îranê, tevahiya zilamên gundekî îdam kiriye!

Gulan Media February 24, 2016 Nûçe
Îranê, tevahiya zilamên gundekî îdam kiriye!
Derket holê ku tevahiya zilamên gundekî eyaleta Sîstan-Belûçistanê ya Îranê ji aliyê dewletê ve hatine îdamkirin!

Li gorî medyaya Îranê, alîkara Serokomarê Îranê di karûbarên jinan û malbatê de, Şehîndoxt Molavêrdî ragihandiye, di hikûmeta Ehmedînejad de qanûna alîkarîkirina malbatên ku malxwedanên wan ji aliyê dewletê ve hatine îdamkirin, hatibû betalkirin lê di hikûmeta Rûhanî de dîsa ketiye rojevê.

Alîkara Rûhanî ev yek bi tundî rexne kir û got, li aliyekî malxwedanê malê îdam dikin li aliyê din jî dest datînin ser mal û milkên wan! Ez dipirsim; gelo ew jina ku we zilamê wê ji ber madeyên hişber îdam kiriye û dest daniye ser mala wê, dê çawa bikaribe 3 zarokên xwe xwedî bike?! Eger hikûmet guh nede wan, ew jî dê sibê rabin bidin dû şopa bavê xwe!

Wê rayedara Îranî bûyerek sosret jî eşkere kir û got, li eyaleta Sîstan-Belûçistanê, tevahiya zilamên gundekî ji ber madeyên hişber hatine îdamkirin. Vêca eger hikûmet alîkariya malbatên wan neke ew gund dê hemû bibin qaçaxçiyên madeyên hişber!

Eyaleta Sîstan-Belûçistanê (navenda eyaletê bajarê Zahidanê ye), yek ji mezintirîn lê hejartirîn eyaletên Îranê ye. Nifûsa wê nêzîkî 2.5 milyon e. Piraniya xelkê wir qaçaxçîtiya madeyên hişber dikin ji ber wê jî her sal bi dehan kes ji ber vê yekê tên îdamkirin. Eyaleta han hevsînora Pakistan û Efxanistanê ye.

Rudaw
Top