• Friday, 20 February 2026
logo

Zanayên Îslamî: Pêkanîna referandûmê erkekî oliye

Gulan Media February 24, 2016 Nûçe
Zanayên Îslamî: Pêkanîna referandûmê erkekî oliye
Zanayên ola îslamê ragehandin ku, pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistana Başûr erkekî olî û netewiye û pêwîste bê pêkanîn.

Şandekî leqa Soran a Yekitiye Zanayên olî yên Îslamiya Kurdistanê û rêveberiya Ewqaf a Soran serdana Parlamentoya Kurdistanê kirin û di civînê de li gel Cîgirê Serokê Parlamentoyê Cefer Êmînkî û fraksiyona PDKê çend daxwaz pêşkêş kirin.

Rêveberê Ewqaf ê Soranê Weysî Seîd ji BasNewsê re ragehand ku; di civînê de li gel Cefer Êmînkî rewşa siyasî û civakî ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine û herwaha hatiye destnîşan kirin ku parastina mînbera mizgevtan û zanayên olî pîroze.

Weysî Seîd diyar kir; ‘’Li gor zanayên olî li gel krîza Kurdistanê, pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê û diyar kirina pêşeroja peyvendiyên Hewlêr û Bexda û karkirin ji bo geheştina serxwebûna Kurdistanê erkekî olî û netewiye û ferze li ser hemû misilman û Kurdekî.’’

Basnews
Top