10 namzedên Ormiyê ji hevrikiya hilbijartinan vekişiyan!
Roja 26ê vê mehê (dusibe) hilbijartinên giştî yên Îranê tê lidarxistin û xebat û kampanyayên namzedan jî bi germî didome.
Heta niha li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bi dehan namzedên parlamentoyê xwe dane qiraxê û ji hevrikiyê vekişiyane.
Li eyaleta Ormiyê jî, ji roja ku navê namzedan ji aliyê Encumena Parastina Destûrê ya Îranê ve hatiye ragihandin, 10 namzedan xwe ji hevrikiyê vekişiandine. 4 ji wan yên bajarê Ormiyê, 5 yên bajarê Xoyê û yek jî yê bajarê Miyandavê bûye.
Qayîmeqamê Xoyê, Husên Sîlvanî da zanîn ku namzedên Xoyê duh vekişiyan û got, bi vî rengî hejmara namzedên Xoyê daket 16. Li Miyandavê jî hejmara namzedan daket 30.
Di hilbijartinên vê carê yên Parlamentoya Îranê de, li eyaleta Ormiyê destpêkê 172 namzedan hevrikî dikirin lê piştî ku 10 kesan xwe vekişandin, 162 namzed man. Ew ji bo 12 kursiyên eyaletê hevrikiyê dikin.
Li wê eyaleta Rojhilatê Kurdistanê, 17 navendên hilbijartinê hene:
Ormiye, Xoy, Selmas, Makû, Neqede, Pîranşar, Mehabad, Bokan, Miyandav, Şot, Pildeşt, Çaypare, Şino, Serdeşt, Şahîndij û Tikav.
Nifûsa eyaleta Ormiyê bi giştî zêdetirî 3.5 milyon e ku zêdetirî 2 milyon û 100 hezar kes dikarin deng bidin.
Hejmara nûnerên bajar û navçeyên eyaleta Ormiyê di Parlamentoya Îranê de:
Ormiye: 3
Xoy û Çaypare: 1
Miyandav- Tikav-Şahîndij: 2
Makû-Şot-Pildeşt-Çaldiran: 1
Selmas: 1
Mehabad: 1
Bokan: 1
Serdeşt-Pîranşar: 1
Neqede-Şino: 1
