• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Gulan Media February 23, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir
Roja sêşem 23.02.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Beyker Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de behsa Konferansa Asayîşa Munix 2016 û hevdîtin û çalakiyên Serok Barzanî li wê konferansê û encamên wê kirin. Her wiha di derbarê qeyrana darayî ya Herêma Kurdistanê û hengavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya rûbirûbûn û çareserkirina qeyranê de danustandina bîr û ramanan kirin û Balyozê Brîtanya amadehiya welatê xwe ragihand ku li rêya şêwirîn û şandina tîmê teknîkî ya pîspor ku yarmetiya Herêma Kurdistanê ya li derbasbûna qeyranê bide.

Her li vê hevdîtinê de behsa pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya navçeyê û Iraqê û şerê Da'îşê kirin û her wiha amadekariyên operasyona azadkirina Musil û qonaxa piştî Da'îşê guftûgo kirin.
Top