Diyariya Kurdistana Başûr ji bo Kurdistana Rojava
Li paytexta rewşenbiriyê ya Herêma Kurdistanê Silêmaniyê, hûnermend û peykersaz Zîrek Mîre, bi alîkariya çend hevalên xwe, peykerekî şervanê jin çêkir û biryare ew peykere wek diyariya başûrê Kurdistanê li kuçeyekî vêranbuyî yê Kobanê wek remza berxwedan û parastinê li mûzexanê bê danîn û pêşandan.
Hûnermendê peykersaz Zîrek Mîre berî naha jî hin berhemên peykerî yên navûdeng derxistibûn û di derbarê karê xwe yê taze de jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Peyker kesekî manevî ye û awayekî giştî yê şervanan e.’’
Zîrek Mîre got: ‘’Peyker bi navê ‘xwudawenda serkeftinê ya jin e’ ramana avakirina vê peykerê, berî salekê Kobanê ji aliyê DAIŞê nîvê wê hatibu dagirkirin û wê demê biryara çêkirina vî peykerî hate dayîn. Wê demê min xwest biçim li Kobanê ku sê kolan û kuçe di dest şervanan da bu vê peykerî çêkim. Lê ji ber ku peyker pir mezin bu min nekarî. Piştre wek piroseyekî ma ji bo piştî kontrol kirina Kobanê temam bu û naha piştî sê mehan peyker hate temam kirin.’’
Herwaha hûnermendê peykersaz aşkera kir ku, ji aliyê şarevaniya Kobanê ve hatiye vexwendin û di demekî nêzîk de wê peyker li gel xwe bibe û biçe.
Mîre got: ‘’Peyker 10 metre ye û bi firehî jî metreyek û nîve. Peyker bi temamî xwebexşî hatiye çêkirin û ewên ku têda karkirine hemû jî ti sûdekî madî jê negirtine. Xercên peykerê jî, ji aliyê wan kesên ku tê de kar kirine de hatiye dayîn.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Ji bo çêkirina vî peykerî em 10 kes bûn û yek ji wan jî hûnermend Aso Caf ê peykersaz bu. Yên din kesên cûda ji karê peykersaziyê û hûnermend bûn. Di sê mehan de alîkar bun û peyker hate çêkirin.’’
Mîre got: ‘’Roja pêncşemê destpêkê li ber parêzgeha Silêmaniyê ew peykere dê bê pêşkêş kirin û piştre jî roja yekê adarê wek diyarî emê bibin Kobanê.’’
Zîrek Mîre diyar kir: ‘’Li Kobanê ew beşa ku dibe mûzexane û bi vêranî dimînê, li wêderê ji bo vî peykerî cîh hatiye diyar kirin û dikeve ber mûzexaneya bajêr. Peyker bi rêya parêzgahê Dihokê re diçe bajarê Kobanê ji bo vê jî axaftin li gel parêzgarê Dihokê hatiye kirin ku, rê û asankarî bêne kirin.’’
Di dawiyê de jî Zîrek Mîrek got: ‘’Ev peykere wek diyariyeke li Kurdistana başûr, ji bo Kurdistana rojava tê pexşkirin.’’
Basnews
