Li Sûrê dîsa şer giran bû: Leşkerek hat kuştin
Li navçeya Sûrê ya Amedê, qedexeya derketina derve nêzîkî 3 mehan dibe û bi sedan sivîl ji ber şer di nav xaniyan de asê mane.
Çend roj bûn şerê Sûrê kêm bibû lê ev du-sê roj in dîsa şer giran bûye û îro danê sibê leşkerek di şer de birîndar bû lê li nexweşxanê can da.
Heta niha bi dehan leşkerên Tirk di şerê Sûrê de hatine kuştin û gellek leşker jî birîndar bûne.
Beriya niha dihat gotin ku artêşa Tirk dê Sûrê bi balafirêr şer bide ber bombeyan lê rayedarên dewletê ew îdia red kiribûn.
Rudwa
