YNK: Tevgera Goran deriyê gohertina Yusif Mihemed vekiriye
Endamê Rêveberiya YNKê Ferîd Eseserd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piroseya çareseriya pirsgirêkên siyasî yên Kurdistanê, asê mane û civînên ku hatin kirin bê encam man. Ji ber ku pirsgirêkekî mezin di navbera PDK û Tevgera Goran de heye, mifta çareseriya wan pirsgirêkan jî rûniştina PDKê û Tevgera Goran bixwe ye. Di demekî ku PDKê mercên pêşwext red dikir, lê dema civîna çalak kirina Parlamentoyê de, bi xwe mercên pêşwext derxistin pêş û gotin nabe Yusif Mihemed vegere Parlamentoyê û evê jî rewş aloz kir.’’
Ferîd Eseserd got: ‘’Tevgera Goran deriyê pirsa Serokê Parlamentoya Kurdistanê vekirî hiştiye û li gor wan Yusif Mihemed pêwîste vegere Parlamentoyê, eger pêwîst kir piştre gavên din li ser bê fikirandin, êdî bi awayê gohertin bê yan rêkevtin bê.
Herwaha diyar kir: ‘’Ji ber k utu deriyekî yasayî ji bo dana aliyekê ya Serokê Parlamentoyê tineye. Ji ber vê heta Serokê Parlamentoyê dest li kar nekşînê, ev pirsgirêke her wek xwe dimînê. Ji ber vê pêwîste rêkevtin dinava PDKê û Tevgera Goran de bê çêkirin.’’
Di dawiyê de jî amaje bi vê kir ku, ew piştgiriyê li her rêkevtinekî dinavbera PDKê û Tevgera Goran de ya li ser pirsgirêka Parlamentoyê çareser bikê dikin.
Basnews
