• Friday, 20 February 2026
logo

Anti-terora Kurdistanê jineke Siwêdî ji dest DAIŞê rizgarkir

Gulan Media February 23, 2016 Nûçe
Anti-terora Kurdistanê jineke Siwêdî ji dest DAIŞê rizgarkir
Hêza Anti-teror ên Herêma Kurdistanê karîn jineke Siwêdî li sînorê Mûsilê ji dest çekdarên DAIŞê rizgar bikin.

Di daxuyaniyekê de, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku, roja 17ê Sibatê tîmeke taybet ji Hêza Anti-teror operasyoneke taybet li navçeyeke nêzîk Mûsilê kirin, di encamê de jineke Siwêdî hat rizgarkirin.

Li gor daxuyaniyê, jina Siwêdî temen 16 salî ye û navê wê Merlin Stephanie Nniferlaan e û ji xelkê navçeya Boråsê ye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin jî ku, naverasta sala borî, çekdarekî DAIŞê Merlin xapandiye û wê ji Siwêdê dibe Sûriye ji wê de jî vediguheze Mûsilê.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê eşkere kir jî ku, piştî komkirina zanyariyên taybet, Hêza Anti-teror karîn Merilnê li navçeyeke ser bi Mûsilê ve rizgar bikin.

Niha jî Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ligel aliyên pêwendîdar ên Siwêdî di têkiliyan de ye, ji bo ku ew keç vegere nav malbata xwe.

K24
Top