Di 8 rojan de 112 milyon dolar zirar gihîştiye Kurdistanê
Roja 16ê Sibatê li sînorê bajarê Rihayê li Bakurê Kurdistanê boriya petrola Kurdistanê hat teqandin. Ew cara duyemîn bû ku boriya petrola Kurdistanê di nav axa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de rastî êrişê hat.
Li gor agahiyên Rûdawê, ew boriya petrolê ku petrola Herêma Kurdistanê bi awayeke serbixwe ber bi Bendera Ceyhan a Tirkiyê ve vediguhêze, heya niha jî nehatiye çêkirin.
Ji ber teqîna wê boriyê, şandina petrola Kurdistanê bo bazarên derve bi rêya boriyê ve bi temamî hetaiye sekinandin.
Bi teqîandina wê boriyê û rawestandina hinardekirina petrolê, Herêma Kurdistanê rastî zirarek mezin hatiye.
Wezîrê Avedankirin û Akincîkirinê yê Herêma Kurdistanê Derbaz Kosret Resûl ragihand: “Heya niha boriya petrola Kurdistanê nehatiye çêkirin. Zirara teqandina wê boriyê jî bo Herêma Kurdistanê rojane nêzîkî 14 milyon dolarî ye.”
Derbaz Kosret Resûl da xuyakirin, Herêma Kurdistanê rojane nêzîkî 610 hezar bermîlên petrola xaw bi rêya wê boriyê ve hinardeyî bazarên derve dikir û bi rawestandina proseya veguhastina petrolê bo Bendera Ceyhanê, rojane Herêma Kurdistanê nêzîkî 14 milyon dolarî zirar dike.
Wezîrê Avedankirin û Akincîkirinê herwiha got: “Li gor wan zanyariyan zirara teqandina boriya petrola Kurdistanê di heyama wan 8 rojan de nêzîkî 112 milyon dolar dike.
Rudaw
